Nikarim dûr bifirim
Ava deryan bibirim
Li ser lat û zinaran
Stranê xwe biqêrim
Destê me wê bibin bask
Emê bifirin herin
Welatê xwe vegerin
Welatê xweş û bihûşt
Dibînim xewnê şeva
Hesreta li ber çava
Dixwazim te bibînim
Welatê gul şîlava
Destê me wê bibin bask
Emê bifirin herin
Welatê xwe vegerin
Welatê xweş û bihûşt