Hinê bînin li teştê kin
Şîr û şerbetê çêkin
Kevçî bi kevçî hûn lêkin
Bînin li destê zavê kin
Bînin li serê bûkê kin
Şarika bûkê heftreng e
Dayê rabe dereng e
Dawet hate ber derî
Dawet hate ber malê
Bêhna zavê pir teng e
Bêhna bûkê pir teng e
Berbû hatin bermalê
Rabe bûka delalê
Ha dîlan dîlan dîlan
Stran lîlan û dîlan
Çi bûkekî delal e
Zava bû xwedî malê