Sînemê sînemê stara rebbê alemê
Hiş û aqlê min li cemê wê êvara çarşemê
Wê êvara sêşemê ji min re kul û derd û xemê
Hewara xwudê sînemê
Sînemê bejin ziravê kinikê bejin ziravê
Keçik meşî çû avê keçik meşî ber avê
Min sond xwarî quranê ji xeynê te kesek navê hewara xwudê sînemê
Sînem keçika gundîye kinika efendîye
Kinika efendîya kirasê wê meqsîye
Min bi çavê xwe ditîye
Serê memkên wê xweşe û binêwan deqdeqîye
Hewara xwudê sînemê