Derdit we kullim Leyla, xemit barime
Zindigî bê tu Leyla , zindan mallime
Ey hewar zindan malimle
Zollfe siyeget Leyla, rûşnay gilarem
Tu texsîr (teqsîr ) neyrî Leyla
Xwem siyeçarem, ey hewar xwem siyeçarem
Leylî Leylî Leylî giyan, Leylim diwalle
Leyla büçkuley nazar, hewsay xwemane
Ey hewar hewsay xwemane
Rengzerdî xezan Leyla, xetay paîze
Rengzerdiyegey min Leyla, durî ezîze
Ey hewar durî ezîze
Aw taZollfe siyeget Leyla, tall tall bikîşim
Bikemey kûlla Lêyla, le say danîşim
Ey hewar le say danîşim
Leylî Leylî Leylî giyan, Leylim diwalle
Leyla büçkuley nazar, hewsay xwemane
Ey hewar hewsay xwemane
Perraw Bêsitün Leyla, herdig bira bîn
Fellek karê kird Leyla, le yek ciya bîn
Ey hewar le yek ciya bîn
Baw ta bikerîm Leyla, dûsîman le nû
Tu darî narênc Leyla, min darî lîmû
Ey hewar , min darî lîmû
Leylî Leylî Leylî giyan, Leylim diwalle
Leyla büçkuley nazar, hewsay xwemane
Ey hewar hewsay xwemane
Gotin û Mûzîk : Gelêrî
Herêm: Kirmaşan, Îlam, Rojhilat