Tu biçî ku li dû te me
Bi qasî dil nêzî te me
Ji bo te şewat ne xem eAgirê te xweşe yarê
Ji bo te şewat ne xem e
Avê li min neke yarê
Xwêdana rû yê te
Kilên çavên te me
Tu gulî ez kelem
Parazvanê te me
Dilê te gorîn'a min bî
Mirin mizgînîye yarê
Axa sînga te şîfayî
Dermane canê te yarê
Li şeva dilê te
Stêrka evînim
Hêviyan kom dikim
Heyvê dixemlînim
Kom dikim hêviyan
Heyvê dixemlînim