Bira… Bira li dunyayê mirin hebya, kalbun tunebya limin, limin, limin… ax û felek.
Keçikê belkî mala bavê te mîrat be, agir li mala bavê te rabe…
Rabe ji îro esrê pê ve te ewqas bi çavê xayîn li min mêzekir,
Min zanîbû tiştekî dilê te da heye…
Minê serê xwe li ser çoka te danî…
Tu ji Xwedê natirsî derd û kulan ez kalkirim…
Te takî spî li rûyê min dîtiye, tu ji min re dibêjî heyran tu kalî…
Welle ez ne kalim… bîlle ez ne kalim
Ez koçerim,xirab mal im bê pergal im,
Heyran wez rêwî me bê heval im, ka ji kul û derdên tene ez pê dinalim dilo dilo…
Ez dimirim lêlê yadê…Welle dawîya me mirine ez ditirsim bimirim,
Kula çavên reş û belek bi min re here gor û qebristanê.
Bira… Bira ez îro bala xwe didimê
Hela rabin,dibêjin îro qirika kewa mina gozel…
Zirave,dirêje,mîna qirika qaz û betê li min, li min, li min…ax û felek.
Qirika kewa mina gozel zirave dirêje mîna qirika qaz û betê…
Tûka ji devê vê qîza malmîratê dibare mîna hubra li ser kaxetê.
Ezê dibêm li ber rûnêm ji êvarê heyanî sibê ji xwera bixwînim vê xal û xetê.
De lê lê…lê dîlber mala te mîratê…
Hela sêr bike ez mame li welatê xerîb çima tu ji min xeyîdî…
Heyran bi xwedê sebr û tebata dilê min bi te tê li min, li min, li min…