Ji bin kaş kevroşkek rabû
Pişt belek zik çilpisî
Belengaz ducanî kevroşkek çiyê
Dil di dev de wisa reben
Meriv tîne tobê
Tenha tenha bûn dem bêqisûr
Berbangek tazî bû
Niherî ji sîh û sisiyan yek
Di zik de valahiya giran a birçîtiyê
Por û rih bûne bihostek
Di pêsîrê de sipih
Mil qeydkirî
Mêrxasekî kezeb pola
Nehirî carekê li kevroşka belengaz
Carekê li pişt xwe
Filînta wî hat bîra wî ku di bin baliyva wî de xeyîdî ye
Hat bîra wî caniya ku ji deşta Heranê anî bû
Anî bû bi moriyên şîn û beş
Simsipî
Beza tolaz û reqsok
Mehîna wî û ya qemer û seglawî
Çawa firîbûn li ber xozatê
Eger niha weha bê çare û girêdayî
Weha li pişt wî loleke sar nebûye
Dê bikarîbaya xwe bisbarta bilindahiya
Ev çiya çiyayên dost qedera wî dizanî
Bi xwedê evder ji mere rûreşî nakin
Ev destên hoste
Ku di carekê de xwliya cixarê vêketî
Zimanê koremarê ku di bin tavê de
Mîna çîkekî du benda difirîne
Ev çav tucaran nehatine xapadin
Ev çav ku ji pêş ve dibînin
Qiyameta geliyên ku li benda aşîtan e
Û bi bêbextiya bi berf nerm
Ya hindefan bê çare
Ew dê bahata kuştin
Ferman bi hêvî bû
Êdî bila çavên wî marzerkên kor
Dilê wî teyrên barata bixwara