Gulşêrîne Gulnazê
Delalê gerdengaze
Têlek ji telê sazê lê
were mala me razê
Gulnazê Gulbiharê
Çima nayê êvarê
Hewşa me siya darê lê
Li bin dara hinarê
Gulnazê fîsatanmorê
Rûkê te sêva sorê
Tu li nav bostanê jorê lê
Te nabînim nav dorê
Gulnazê çav binurê
Meşa te hûr û mûrê
Dengê te pir şêrîne lê
Rihê te li nav temburê
Gulnazê li ser kaniyan
Gulçîçeka gundiyan
Gulnazê ji min re bînin zû
Dilê min ji ber êşiya
Gotin û Awaz: Aram Tîgran
Bağlama : Hecî Azad