Mîro mîro mîro mîro mîro mîro mîro mîro
Wey dil Wey dil Wey dil Wey dil Wey dil Wey dil Wey dil
Lo rebîyo xwedê xirab bike dilê bê dil,
Fenanî gakî bê werisî bê cil
Fenanî kirasî qolî bê mil,
Fena dara bê şalûl û bilbil,
Fenanî xasbexçekî rûtî bê gul
Bila dilê rezîl bi dil be,
Tûrê parsê li mil be,
Parsa meriv ne li vir be,
Nava dazdeh duvalê ecnebî,
Ûrisan li mala Emerîkanê gewir be
Parsa meriv birije,
Tûrê meriva ê qûl be,
Meriv li ber dîwarê evda be,
Meriv xwedî kerî nanê garis û cê di gilgil be
Ber seryê meriv kevir be,
Malxirabo ser rexa meriv gunî be,
Bin rexa meriv postê jûjî be,
Tek bila di dêrisê gundan de,
Dilê rezîl bi dil be ax dilo hey dil
Tu nizanî min di got qey tu mêrî,
Tu camêrî, min di got kotiyê mêran ne li mal e,
Tu şeva îşev bişkênî camê camekanê şûşe û penceran, zirza derî
şeva xwe di nava taxima sîng û berê min esmerê de bibihorî
Min nizanîbû tu ne mêrî, ne camêrî,
Tu ji miskînê heramê mêrê min newêrî
Tu nizanî ez ê ne azeb im, ne bi mêr im
Ka melê gundan, de ez ê bi kaxit û bi nivişt im, bi seyr im
Tu dêhna xwe bidî vê sivengê ez dikim herimê
Lawikê min bû girtiyê taşxana Diyarbekir
Ez ê vê sivengê dikim herim
Dîtina xelkê xwe wey têlî delalê, şebabê, potê
Gelo vê sivengê, malxirabo ji tirsa heramê miskînê mêrê xwe newêrim
Ez ê vê sivengê, malxirabo ber tirba erebê reşê lêv deqandî,
Xîmê binê beriya tewr a jêr im
Hey dil hey dil hey dil ax hey dil hey dil dilo hey dil